Li bajarê Lleida yê Katalonyayê, komîteya 'Ponent amb Kurdistan' li ser rewşa heyî ya Kurdistanê, bi taybetî jî ya Başûrê Kurdistanê semînerek lidar xist.
Endama Jineolojî Centerê Nora Merino û rojnamevana li Başûrê Kurdistanê Bêrîtan Zagros bi rêya online tevlî semînerê bûn.
Di semînerê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re hate nirxandin işaret bi girîngiya berxwedana gerîla hate kirin.
Her wiha rewşa heyî ya sîstema li Başûrê Kurdistanê û nerazîbûn, xwepêşandanên li dijî rejîma PDK'ê hatin nirxandin.
Bêrîtan Zagros anî ziman ku nerazîbûna gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî PDK'ê zêde dibe û got, "Gel bêhtir xwe nêzî PKK'ê dike û difikire ku di fikrê PKK'ê de çareserî û hêviyê dibîne." Bêrîtan Zagros destnîşan kir ku yên li dijî dagirkeriyê têdikoşin gerîlayên PKK'ê ne û berxwedana wan armancên dewleta Tirk têk bir.
Bêrîtan Zagros diyar kir ku divê dewletên Ewropayê bes çekan ji Tirkiyeyê re bifiroşin û got, xet û felsefeya PKK'ê hêza bingehîn a çareseriya li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.
Nora Merino jî li ser rewşa Şengalê û Rojava axivî û destnîşan kir ku êrişên tênekirin di çarçoveya konsepta dewleta Tirk a ji bo îmhakirina tevgera azadiyê ya Kurdistanê de têne kirin.