Li Katalonya li dijî qedexeya li ser PKK’ê kampanya îmzeyan dest pê kir
Ciwanên Enternasyonalîst li dijî qedexeya li ser PKK’ê li qada Lleîdayê standa îmzeyan danî.
Ciwanên Enternasyonalîst li dijî qedexeya li ser PKK’ê li qada Lleîdayê standa îmzeyan danî.
Kampanyaya îmzeyan ya ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin li her derê cîhanê belav dibe. Li bajarê Lleîda yê girêdayî Katalonya ciwanên Enternasyonalîst standeke îmzeyan danî. Di standa ji aliyê ciwanan ve hate danîn de pirtûk û broşûr hatin pêşandan.
Di standa îro de gelek îmze hatin komkirin û belavok hatin belavkirin.