Li Kampa Lavrîo merasîma bîranîna şehîdan

Şêniyên Kampa Lavrîo bi pêşengiya TCŞ’ê ji bo 3 gerîlayên HPG’ê Xelîl Jêhat (Mehmet Şiyar Ozer), Botan Başkale (Îlhamî Polat) û Senar Zagros (Serhat Goksu) ku di dem û cihên cuda şehîd bûbûn merasîmek bîranînê lidarxistin.

Li Kampa Lavrîo bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo bîranîna şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) Xelîl Jêhat (Mehmet Şiyar Ozer) ê ku di 24'ê Tebaxa 2016'an li qada Şehîd Remzî ya Licê şehîd bûbû, Botan Başkale (Îlhamî Polat) ê ku di 16'ê Tebaxa 2019'an li herêma Zapê şehîd bûbû û Senar Zagros (Serhat Goksu) ku 19'êTebaxa 2021'an li Elmanyayê jiyana xwe ji dest dabû merasîmek hat lidarxistin. Li qada bîranînê wêneyên şehîdan û find hatin danîn.

Merasîm piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên rêya azadiyê bi berzkirina dirûşmeya "Şehîd namirin" destpêkir. Tevî malbatan, çalakgerên greva birçîbûnê, endamên Saziya Parîsê ya alîgirên Kurdan û komên enteransyonalîst tevlî bîranînê bûn.

Birayê Senar Zagros (Serhat Goksu) Sîdar Goksu di derbarê birayê xwe de axivî û wiha got: "Şehîd Senar dildarê çiyayên Kurdistanê bû. Ji ber vê yekê berê xwe da çiyayên azad. Şehîd wê timî rêya me ronî bike. Şehidên me hemûya ye. Bi rastî ji bo ez birayê xwe bibînim ez hatim vê derê, lê mixabin çênebû. Berî ez bigihêjim ba wî şehîd bû. Ez pir xemgînim. Emê her tim li ser şopa wan bimeşin. Em ê li pey bîranîna wan bin."

Piştî axaftinan têkildarê şehîdan sînevîzyonek hat nîşan dan. Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.