Li Kampa Lavrîo Atakan Mahîr hat bîranîn

Kurdistaniyên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn bi merasîmekê Fermandarê HPG’ê Atakan Mahîr bibîranî û soza xwedîderketina li bîranîna wî dan.

Ji bo Fermandarê HPG'ê Atakan Mahîr, li Kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Ciyê bîranînê posterên Şehîd Atakan Mahîr, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên PKK'ê, HPG'ê, YPG, YPJ û KCK'ê hatin daliqandin. Bîranîna ku ji hêla Komîteya Malbatê Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hatibû organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.

Di bîranînê de rêhevalê Atakan Mahîr, Ethem Kaya axaftinek kir. Kaya diyar kir ku wî Atakan Mahîr li Dêrsimê naskir û demekê bi hev re manin û wiha got: “Bi rastî ez di derbarê şehîd Atakan de çi bêjim jî kêm e. Heval Atakan tenê ne şervanek bû, feylesofek jî bû. Yekî pir zana û zaniyar bû. Wendahiya wî ji bo me pir giran bû. Emê armanca heval Atakan bi cîh bînin. Emê xwedî li bîranînê wî derkevin."

Piştî axaftinê merasîm bi temaşekirina sînevîzyona derbarê Atakan Mahîr domkir. Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.