Li Hollandayê çalakiyên protestoyî: 320 kes hatin destgîrkirin

Li Hollandayê di çalakiyên protestoyî yên dijî qedexeya derketina derve de herî kêm 320 kes hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya tedbîrên dijî şewba Covîd-19 de ji dawiya hefteyê û pê ve herî kêm heta 9'ê Sibatê di navbera saet 21:00-04:30'î de qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Ev biryar li paytext Amsterdamê, li bajarên Rotterdam, Amersfoort, Gelleen, Den Haag û Den Boschê hate şermezarkirin.

Li Rotterdamê camê firoşgehan hatin şikandin, alavên wan hatin talankirin. Li Amsterdam û Rotterdamê jî di navbera polîsan û çalakgeran de şer derket.

Qenala televîzyonê ya cemaweriyê NOS'ê diyar kir ku roja Duşemê saet di 22:00 de zêdeyî 70 kes hatin destgÎrkirin.

Polîsên Geleenê jî nîvê şevê agahî li ser Twîtterê parve kir û ragihand ku di navbera polîsan û ciwanan de şer derketiye.

Li Rotterdamê jî polîsan li dijî çalakgeran TOMA bi kar anîn. Şaredariya Rotterdamê diyar kir ku hin kes hatine destgîrkirin.

RÛTTE: BÛYERÊN HERî XERAB ÊN 40 SALÊN DAWÎ

Serokwezîr Mark Rûtter bi gotina "tundiya krîmînal" nerazîbûn nîşan da. Rûtter diyar kir ku ev yek 'bûyerên xerab' ên 40 salên dawî ye û got, "Pêwendiya vê yekê bi têkoşîna ji bo azadiyê nîne. Em van tedbîran ji bo kêfê nagirin. Em vê dikin, ji ber ku li dijî vîrûsê têdikoşin û niha yê ku azadiya me têk biriye vîrûs e." Li gorî Serokwezîr, ji sedî 99 ê Hollandiyayn piştgiriyê didin tedbîran.

Roja Yekşemê li Amsterdam, Eîndhoven û gelek bajarên din 250 kes hatibûn destgîrkirin. Her wiha li gel talankirina firoşgehan, wesayit û navendeke testê ya Covîd-19 hatibûn şewitandin.