Li Hîldesheîm û Torontoyê li dijî dagirkeriyê çalakî
Li bajarê Hîldesheîm a Elmanyayê û Torontoyê ya Qenedayê li dijî haziriya dagirkirina Rojava çalakî hatin kirin.
Li bajarê Hîldesheîm a Elmanyayê û Torontoyê ya Qenedayê li dijî haziriya dagirkirina Rojava çalakî hatin kirin.
HÎLDESHEÎM
Kurdistanî û dostên wan haziriya dewleta Tirk a dagirkirina Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kriin.
Di çalakiyê de ya li gara trênê ya navendî pankartên ,''Kujerê zarokan Erdogan hewl dide ku DAÎŞ'iyan girtî rizgar bike'', ''Bi çek û pereyên Elman hemû cîhan Kurdan dikuje'', ''Êdî bes e bazara genî ya bi Tirkiyê'' re hate vekirin.
Di çalakiyê de li ser navê Antîfa hate goitn tangên Rheînmetallê li ser sînor hatine rêzkirin û li dijî dewlta Elman helwest hate nîşandan.
Her wiha diaxaftinan de hate gotin divê Kurdistanî li her deverê rabin ser piyan.
TORONTO
Li Torontoyê ya Qenedayê jî haziriya dagirkerina Rojava a dewleta Tirk hate şermezakirin. Çalakî ji hêla Federasyona Kurd a Demokratîk a Qenda, Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Toronto û The Greater Toronto Kurdîsh House ve hate organîzekirin.
Kurdistanî û dostên wan li ber konsolosxaneya DYE'yê hatin cem hev û li dijî dagirkeriyê pankart vekirin û alayên YPG-YPJ'ê hildan.