‘Li hemberî êrîşan em ê têkoşînê mezin bikin‘

Di çalakiya rûniştinê ya li Cenevreyê de li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd banga tevlêbûna çalakiyên 11‘ê Hezîranê yên 8 bajarên Swîsreyê hat kirin.

Çalakiya rûniştinê ya ji 25‘ê Çileya 2021‘î heta niha ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roja Çarşemiyê tê lidarxistin berdewam dike. Çalakiya rûniştinê di şexsê gerîla Zanyar Huseynî (Ronî Arbaba), Raman Şêxmûs (Mazlûm Qamişlo) û Şaban Mûhammed (Qendîl Dilbirîn) ên 11‘ê Sibata 2022‘an di encama êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk li qada Heftanîn şehîd bûn ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin.

Pişt re Hevserokê Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK) Erdal Atasoy axaftinek kir. Atasoy bi bîr xist ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkê du sal in ew çalakiya rûniştinê li dar dixin û got: “Hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê ji avabûna PKK’ê heta bi niha berdewam in. Di van êrîşên dagirkeriyê de tê diyarkirin ku PKK tê armanckirin jî armanca esas destkeftiyên gelê Kurd in. Em ê li xwedîderketina berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên li dijî mirovahiyê jî dewam bikin.’’

Hevserok Mulkiye Bûlût jî axivî û got: “Roj roja li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk ketina milên gerîlayan e. Em wek jin û dayikên Kurd em ê xwedî li berxwedana li dijî êrîşên li çar parçeyên Kurdistanê berdewam e derbikevin.“

Nûnerê Federasyona Karkirên Koçber ên Ewropayê (AVEG) jî ev daxuyanî da:

“Roj roja çalakiya yekbûyî ya li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên ji 17‘ê Nîsanê heta  niha berdewam in, roja mezinkirina hêza rewa ya fiîlî ya kuçeyan e. Roja mezin kirina têkoşînê li dijî DYE û NATO’yê ku di çarçoveya projeyên xwe de ji êrîşan re gotine erê. Em wek AVEG-KON bang li gelê xwe yê li Ewropayê dijîn dikin ku li karkirên koçber û kedkar, û enternasyonalîstan dikin ku  tev li çalakiyan bibin û pişta hêzên azadiyê yên Kurd bigirin.’’

LI 8 BAJARÊN SWÎSREYÊ ÇALAKÎ

Piştî banga tevlêbûna çalakiyên wê 9‘ê Hezîran û 11‘ê Hezîranê li Zurîh, Frîboûrg, St. Gallen, Bellînzona, Lûzern, Aaraû û Baselê bên lidarxistin hat kirin.

Çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyan xwedî li berxwedana gerîla hat derketin, berdewam kir.

Cih û roj û saetên çalakiyên wê li 8 bajarên Swîsreyê bên lidarxistin ev in:

“Basel: 9‘ê Hezîranê, saet: 18:00, Claraplatz

Aaraû: 11‘ê Hezîranê, saet 13.00, Bahnhof

Frîboûrg: 11‘ê Hezîranê, saet 13.00, Frîboûrg Bahnhof

Cenevre: 11‘ê Hezîranê, seet 14:00, Place Lîse-Gîrardîn

Bellînzona; 11‘ê Hezîranê, saet 15.00 Vîale Stazîone

Zurîh: 11‘ê Hezîranê, saet 15.00, Werdnuhleplatz

St. Galen: 11‘ê Hezîranê saet 15: Leonhardpak

Lûzern: 11‘ê Hezîranê, saet 15.00 Helvetîaplatz