Li Helsînkiyê dagirkerî hat şermezarkirin

Bi pêşengiya Defend Kurdistan li Helsînkiyê çalakiyek ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê hat lidarxistin.

Îro Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye ji bo şermezarkirina teror û provakasyonan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Kurd û Kurdistanê mîtîngek hat lidarxistin.

Mîtînga ku Defend Kurdistanê pêşengiya wê kirî li meydana Kamppî  ya navenda bajêr hate lidarxistin. Di mîtîngê de pankartên ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê nîşan dida, hatin vekirin.

Di mîtîngê de daxuyaniyên bi zimanê Kurdî û Fînî hatin xwendin û tê de dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezarkirin.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên li dijî faşîzm û êrîşên dagirkeriyê bi dawî bû.