Kurdistaniyên li Helsînkiyê 15’ê Tebaxê pîrozkirin

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye pêngava 15’ê Tebaxê ji aliyê Kurdistaniyan ve hat pîrozkirin.

Kurdistaniyên li Helsînkî dijîn bi boneya 37’mîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd merasîmeke pîrozbahiyê li dar xistin.

Merasîm piştî nîvro li Komeleya Kurd a Helsînkî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Li wir piştî rêzgirtinê merasîm bi pêşkêşkirina axavtinan dest pê kir. Di axaftinan de bal hat kişandin li ser girîngiya rojê. Her wiha têkoşîna Rêber Apo, gerîlayên azadiyê û pêngava 15’ê Tebaxê roja vejîna gelê Kurd hat silavkirin.

Piştî axavtin hatin kirin pîrozbahî bi gerandina govend û dîlanê domiya.