Li Heîlbronnê bi ser malên rêveberên komeleyên Kurd de girtin

Li Heîlbronnê ya Elmanyayê bi ser çar malan de girtin, di nav van malan de mala Hevserokê Federasyona Civakên Kurdistanê (FCK) Saît Ozturk jî heye.

Li gorî agahiyan Çarlemê seat 06.30'an polîsan rêveberên FCK'ê kirin hedef.

Saît Ozturk, ê ku polîsan bi ser mala wî de girtî got, sibehê dema ku ji kar hatî malê li ber malê polîs dîtine.

Ozturk got, ''Çawa ku ketim malê polîs jî ketin hundir. Bi dehan polîs hebûn. Bi hinceta xebatên PKK'ê û xebatên komeleyê li mala min geriyan.''

Ozturk got heta saet 10.45'an mala wî seh kirine, baxçe jî seh kirine.

Ozturk got dema ku mal seh kirine, dest li ser telefona wî mobîl, kompîtira wî, gelek pirtûk, kasêtên malbatê û dest li ser gelek belgeyên têkilî federasyonê danîne.

Ozturk diyar kir polîsan bi hinceta hin belgeyên ku par dema ku bi ser komeleyê de girtibûn desteser kiribûn bi ser mala wî de girtine û got, ''Henceta bi qasî 5 rûpelan dan.''

Derbarê rêveberên din ên ku bi ser malên wan de girtin ti agahî nehate standin.

Hezîrana par li Heîlbronnê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û gelek saziyan de girtibûn û 6 ciwanên Kurd hatibûn destgîrkirin. Federasyonê li dijî vê helwest nîşan dabû û bang li hikûmeta Elman kiribû ku hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re biqedîne.