Li Hannoverê şehîdên Parîsê hatin bibîranîn

Li Hannoverê li Saksonyaya Jêr jinan sê jinên şoreşger bi bîr anîn ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin.

Li Eyaleta Saksonyaya Jêr a Elmanyayê sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin bibîranîn ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin.

Jinan bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahiyê çelengeke reş danîn pêşiya Konsolosxaneya Fransayê û qetlîam protesto kirin.

Jinan bal kişandin ser vî tiştî ku dosyeya ku wan her sal didan rêveberiya buroya Fransayê îsal bi biryareke ji nişka ve ji aliyê polîsên Hannoverê de nehatiye qebûlkirin.