Li Hannoverê çalakiya şermezarkirinê

Li Hannoverê komkujiyên di meha kanûnê de û trajediya li ser sînorên Belarûs û Polonyayê bi meşekê hate şermezarkirin.

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê komkujiya Gurgum, Roboskî, Girtîgehan û trajediya li ser sînorên Belarûs û Polonyayê bi meşekê hate şermezarkirin. Piştî meşê daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di bingehê konsepta qirkirina û tunekirinê ya dewleta Tirk timî komkujî pêk hatin. Niha ji desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê êrîşî li ser Şengalê dike.“

Ji bo pêşî li van êrîşan bê girtin, divê hemû kesên alîgirê demokrasî, mafê mirovan û ked kar bi hevre têkoşînê bimeşînin.“

Di daxuyaniyê de bal kişandin li ser trajediya li ser sînorê Belarûs û Polonyayê jî û ev tişt hate gotin: “Pirsgirêka mirovahiyê li ser vî sînorî heye. Ev pirsgirêk ji ber nêzîkatiya welatên kaptalîst ên ji ber şer û aboriyê pêk tê.“