Li Hanaû û Marîgnaneyê şehîd hatin bîranîn

Ecevît Temel û Mehmet Temel ên ku birayê hev in û di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûbûn li bajarê Hanaû yê Elmanyayê, Îlhamî Aydemîr jî li bajarê Marîgnaneyê yê Fransayê hatin bîranîn.

HANAÛ

Ecevît Temel (Tekîn Faraşîn) ê ku di 17’ê Îlona 2016’an de û Mehmet Temel (Bager Colemêrg) ê ku di sala 1995’an de şehîd bûbûn li bajarê Hanaû yê Elmanyayê hatin bîranîn.

Bîranîn li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Hanaûyê hate lidarxistin. Di bîranînê de xizmê şehîdan Îlyas Yalçin, nûnerê Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan, çalakgerên TJK-E’yê Done Guzel û Îbrahîm Mûnzûr ê ku hevrêyê Ecevît Temel e axivîn.

Çalakgera TJK-E’yê Done Guzel got “Dema ku qala nirx û xizmeta ji bo têkoşîna me tê kirin, beriya her tiştî hevalên me yên şehîd tê bîra me. Li her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî faşîzmê berxwedaneke mezin tê kirin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayên HPG’ê derbên giran li artêşa rejîma şer a AKP û MHP’ê dixin. Peywira me jî ev e ku em têkoşînê geş bikin.”

Îbrahîm Mûnzûr jî diyar kir ew bûye şahidê jiyana gelek şehîdan û got “Divê qala têkoşîna Heval Tekîn, Nûda Nûpela û Delîla Hakî were kirin. Ev hevalên di nav refên YPS’ê de jî mane, hêzên pêşeng in. Em helwesta mitewazî ya Hakî û pratîka Tekîn ji xwe re dikin mînal. Mehmet Saît Uçlu û Yasîn Bûlût hevalên wî yên li girtîgehê bû, demeke dirêj di asta pêşengtiya vê têkoşînê de cih girtin.”

Bîranîn piştî axaftinan û bi sloganan bi dawî bû.

MARÎGNANE

Îlhamî Aydemîr (Serhildan Serêçiya) ê ku di 25’ê Îlona 2015’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişa hewayî de şehîd bûbû li bajarê Marîgnane yê Fransayê hate bîranîn.

Di çalakiyê de li ser navê NCDK’a Marsîlyayê axaftin hate kirin. Di axaftinê de qala êrişa li ser gerîlayan hate kirin a bi hevkariya PDK’ê didome. Hate gotin “Li Başûr ne birakujî, îxanet heye. PDK rê dide dewleta Tirk. Divê em dijminên xwe nas bikin û têkoşîna xwe wisa mezin bikin. Em ê li ser rêya şehîdan bin.”

Piştî bîranînê ciwanan di çarçoveya pêngava seferberiya ‘Werin Cenga Azadiyê’ de çalakiyek kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemberî êrişên qirker ên li ser gelê Kurd pêngava seferberiyê dabûn destpêkirin. Ciwanên li Marîgnaneyê jî tevlî pêngavê bûn.

Ciwan berêvarî li hev kom bûn, daxuyaniya li ser navê TCŞ û TEKOJIN’ê xwendin û diyar kirin ku ew jî tevlî pêngava seferberiyê bûne.

Çalakî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Werin Cenga Azadiyê’ bi dawî bû.