Li Hambûrgê li hemberî qedexeya li ser PKK’ê standa îmzeyan hate vekirin

Ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê tevgerên ciwanên Kurd standeke îmzeyan vekirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKOJIN’ê di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de li Qada Jûngfernstîef a Hambûrgê çalakiyek li dar xistin.

Stand di saet 13.00’an de hate vekirin. Ciwanan belavok jî belav kirin û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan nasandin.

Di dema standê de bi sedan îmze hatin komkirin. Li ser navê TCŞ û TEKOJIN’ê jî hate gotin  “    PKK ne bi tenê ji bo gelê Kurd, ji hemû mirovên bindest hêvî ne. Qedexekirina PKK’ê tê wateya qedexekirina îradeya azad a gelê Kurd. Ji ber vê jî divê vê qedexeya bêwate were rakirin.”