Li Hambûrgê li dijî êrişên li ser Kurdistanê çalakî hate kirin
Ciwanên Kurd ên li Hambûrgê xwedî li Şoreşa Rojava derketin û êrişên dagirker ên li ser Kurdistanê protesto kirin.
Ciwanên Kurd ên li Hambûrgê xwedî li Şoreşa Rojava derketin û êrişên dagirker ên li ser Kurdistanê protesto kirin.
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya ‘Pêngava dem dema azadiyê ye’, ji bo naskirina statuya Rojava û êrişên dagirker ên li ser Kurdistanê were bidawîkirin hin çalakî kirin.
Ciwanan li ser têketina îstasyona trênê ya Hambûrgê pankarta bi Elmanî ya ‘Şoreşa Rojava, şoreşa jinan û mirovayetiyê ye’ daliqandin.
Ciwanan piştre derbarê êrişên li ser Şoreşa Rojava û êrişên li ser Kurdistanê belavok belav kirin. Belavok danîn gelek qutiyên posteyê yên bajêr û li gelek cihên navendî ev belavok li gel belav kirin.
Ciwanan diyar kirin wê di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ çalakiyên xwe bidomînin.