Li Hambûrgê ji bo PKK'ê kampanya îmzeyan dest pê kir

Ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin, li bajarê Hambûrg yê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê standa îmzeyan hate danîn.

Ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin li gelek bajarên Ewropa kampanya hate destpêkirin. Bi heman armancê li bajarê Hambûrg yê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê standa îmzeyan hate danîn.

‘DIVÊ QEDEXEYA LI SER PKK’Ê RABE‘

Di standa îro hata danîn de gelek îmze hatin komkirin. Der barê kampanyayê de nûnera Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê Roda Botan diyar kir ku PKK nûnerê rewa yê gelê Kurd e û got:“PKK ne tenê tevgera Kurdan e, PKK hêviya tevahiya gelên bindest e. Wateya qedexeya PKK’ê, wateya qedexekirina îradeya azad ya gelê Kurd e. Ji bo vê yekê divê ev qedexeya ku tu wateya wê nîne demildest rabe.“