Li Hambûrgê gel xwedî li tevgera gel a Îranê derket

Li Hambûrgê li ber Konsolosxaneya Îranê ji bo ku destekê bidin tevgera gel a Îranê çalakiyek hate kirin.

Li Hambûrgê gelên Îranî bi dirûşmeyan komkujiyên li Îranê şermezar kirin.

Hate gotin li Îranê bi destpêkirina çalakiyna re têkiliya gel ji cihanê hatiye qutkirin, ji ber êrîşên rejîma Îranê bi sedan sivîl hatine kuştin bi hezaran kes jî hatine girtin.

Di axaftinan de hate gotin, ''Ji bawerî û hêviya me ditirsin, ji ber ku em gel in'', her wiha hate gotin hêzên rejîmê tecawiz li gelek jinan kiriye.

Di mîtîngê de wêneyên kesên ku li Îranê di çalakiyan de hatin kuştin hatin hildan.