Li Hambûrg û Kolnê daxwaza azadiya Ocalan kirin

Ciwanên ku li Hambûrg û Kolnê daketin qadan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan kirin û xwestin dawî li tecrîdê bê anîn.

Kurdistaniyên bi pêşengtiya aktivîstên TCŞ’ê li Hambûrg a Elmanyayê di çarçoveya kampanya ‘Werin Cenga Azadiyê’ de kom bûn, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Li Hambûrgê mîtîng hate destpêkirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî protesto kirin û daxwaza azadiya fîzîkî kirin.

Her wiha bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û Bijî Berxwedana Gerîla’ qîrkirin. Di axaftinên hatin kirin de daxwaz hate kirin ku dawî li qetlîam û xeta îxanetê ya li Şengalê divê bê anîn.

Di çalakiyê de alên PKK’ê û posterê Ocalan hate hildan.

KOLN

Li Koln a Elmanyayê jî TCŞ û aktivîstên TKO-JIN di çarçoveya kampanya ‘Werin Cenga Azadiyê’ daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin, bal kişand ser êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker a li Kurdistanê.

Çalakî li ber avahiya WDR’ê hate kirin. Dema çalakvanan xwestin li ser daxwazên xwe dosyaya amade kiribû radestî rêveberên saziyê bikin, polîsan ew asteng kirin.

Di çalakiyê de dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate qîrkirin.

Ciwanên ku piştre dosya radestî rayedaran kirin, bi dirûşman dawî li çalakiya xwe anî.