Li Hambûrg û Kîelê cejna vejînê hat pîrozkirin

Li bajarên Hambûrg û Kîel ên Elmanyayê 44’emîn salvegera damezirandina PKK’ê bi şahiyên girseyî hat protestokirin.

Li bajarên Elmanyayê bi tevlêbûna bi hezaran kesan şahiya pîrozbahiyê hat kirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê, bi tevlêbûna zêdeyî hezar kesan şahî bi gel re kirin. Pîrozbahî, li salona dawetê Phonîx a li taxa Hargbûrgê hat kirin. Bi piranî jin û ciwan tev li pîrozbahiyê bûn. Ji bo şehîdên şoreşê yên Kurdistanê rêz hat girtin. Piştre siyasetmedar Nîmet Sevîm axivî û diyar kir ku têkoşîna bi PKK’ê dest pê kiriye, wê bi serkeftinê tacîdar bibe û got: “Têkoşîna me ji bo azadî û şerefa Kurdan e. Têkoşîna bi Serok û Apo û çend fedaiyan derket ser dika dîrokê îro hêj jî hêviya bi milyonan kesan e.“

Di çarçoveya pîrozbahiyê de salon, di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, salon bi wêneyên têkoşerên têkoşîna azadiyê yên destpêkê hat xemilandin.

Bi sedan kesan li ber stranên hunermend Rafa Rohelat, Xemgîn Bîrhat, Ozan Canê, Ûmût Botan û Xebat Matûr govend girt û dirûşmên “Bijî berxwedana PKK’ê“, “Bijî Serok Apo“ û “Jin jiyan azadî“ berz kirin. Her wiha sînevîzyonek li ser meşa azadiyê ya bi 44 salan hat nîşandan.

KÎEL

Pîrozbahî ji aliyê Navenda Çandê ya Kurd a Kîelê ve hat organîzekirin. Bi dehan Kurdistanî û dostên wan tev li pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi axavtin, muzîk û govendê dewam kir.

Li ber stranên Heval Botan, Belav, Xebat Tayfûr, Hozan Baran, Tewfîkê Goyî û Aso Kerkûkî govend hat gerandin.

Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk salvegera 45’emîn a damezirîna a PKK’ê pîroz kir û diyar kir ku Tevger bi stratejiyên cuda yên têkoşînê heta bi îro hatiye û bihêztir bûye.

Endama KNK’ê Ezedîne Fatîme destnîşan kir ku hemû kirinên PKK’ê rewa ne ku ji bo gelekê bindest bi azadî û wekhevî bijî têdikoşe û divê hemû cîhan jî vê bi vî awayî qebûl bike.

Herî dawî sînevîzyon hat nîşandan. Pîrozbahî, bi berzkirina dirûşman qediya.