Li gundekî Yewnanistanê yê ku Abdullah Ocalan çûbû wir, çalakiyek hate lidarxistin

Komeleya Çanda Kurdistanê li gundekî Yewnanistanê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demekê lê mabû, çalakiyek li dar xist.

Komeleya Çanda Kurdistanê li gundê Neya Makrî ya Maratonayê ya Yewnanistanê  ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demekê lê mabû, çalakiyek li dar xist. Elenî Vasîlopolo ya ku Rêberê Gelê Kurd li mala wê bûbû mêvan, akademîsyenên Yewnan, gelek partî, endamên rêxistinên civakî yên sivîl û gel tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyan de panelek jî hate lidarxistin. Akademîsyen, partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl di panelê de axivîn.

Di axaftinan de qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, bandora wê ya li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn hate kirin û hate diyarkirin wê azadiya Abdullah Ocalan aştiyê bîne ji gelên herêmê re. Di axaftinan de berxwedana gerîla ya li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk jî hate silavkirin.

Piştî panelê koma govendê, govend gerand. Çalakiyên li ser çanda Kurdan jî hatin lidarxistin.