'Li gund ambargoya dewleta Tirk, li Mexmûrê jî ya PDK'ê'

Ji dayikên aştiyê yên ku ji bo bidawîbûna ambargoya li ser Mexmûrê li ber xwe didin Qumrî Tûnç anî ziman, ku li gund dewleta Tirk, li Mexmûrê jî PDK ambargoyê dike û got, "Em ê vê ambargoyê ji holê rabikin."

Her yek ji 12 hezar mirovên li Mexmûrê xwedî çîrokeke cuda ye. Lê belê aliyekî hevpar ê çîroka hemûyan heye. Ew jî zext û êşkenceya dewleta Tirk a li gundên wan ên li Bakurê Kurdistanê ye ku cerdevanî li wan ferz kirin û gundên wan şewitandin. Beriya gundên wan bên şewitandin hinek ji gundên wan salekê hinek jî du salan di nava ambargoyê de hatin hiştin.

Yek ji kesên ku ev yek bi serê wê ve hatiye Dayika Aştiyê Qumrî Tûnç e ku 20 roj in ji bo ambargoya li ser Mexmûrê bê rakirin li ber benda kontrolê ya asayîşa PDK'ê çalakiya rûniştinê dike. Tûnç ji gundê Mijin ê Şirnexê ye. Mijin yekji gundên Şirnexê ye ku bû hedefa zext û êrîşên dewleta Tirk. Dewleta Tirk bi zexta cerdevankirinê dest bi zext û zordariya xwe kir. Ji ber ku gundiyan cerdevanî qebûl nekirin vê carê dest bi ambargoyê kir. Di destpêka salên 1990'î de vê carê ji bo gundiyan li bajaran belav bike dest bi şewitandina gundan kir. Şêniyên Mijinê jî tevî hemû zext û zordariyan gundê xwe neterikandin. Dewleta Tirk jî ji aliyekî ve bi şewitandina gund gef li gund xwar, li aliyê din dest bi ambargoyê kir.

'JI BER KU MIN BÊRÛMETÎ QEBÛL NEKIR MALA ME ŞEWITANDIN'

Qumrî Tûnç qala êşkenceya ku dewleta Tirk li wan kir û serpêhatiya Mexmûrê kir:

"Leşkeran bênavbera diavêtin ser gundê me. Hin caran bi şev diavêtin ser gund. Dixwestin ku em bibin cerdevan. Li gund kesî ev bêrûmetî qebûl nekir. Ji ber vê yekê wan jî zexta xwe zêde kirin. Heta sala 1993'an bi vî rengî dom kir. Di sala 1993'an de dest bi ambargoya li ser gund kirin. Ji ber ku me cerdevanî qebûl nekirin gotin, 'em ê nehêlin ku tiştekî xwarinê bigihêje gund'. Heta Mijdara sala 1993'an me îdare kir. Bi rêyên veşartî me hewl da pirsgirêka xwe ya erzaqê çareser bikin. Ji aliyekî ve leşkeran zext kirin, li aliyê din gefa 'em ê gundê we, malên we bişewitînin' dixwarin. Di meha Mijdarê de cerdevan hatin û dor li malên me girtin. Em derxistin derve û gotin, 'em ê malên we bişewitînin'. Ji ber ku beriya niha gelek caran got me ji wan bawer nekir. Vê carê tiştekî dişewitîne li malan reşandin û piştre dan ber agir. Me tenê karîbû canê xwe û zarokên xwe rizgar bikin. Nehiştin ku em tiştekî ji malê derxînin. Mala me û xizmên me şewitandin.

'MEHEKÊ EM LI NAVA GUND BÊMAL MABÛN'

Li nava gund em bêmal mabûn. Li gund malên vala hebûn lê belê ji ber gefên dewletê kesî xaniyên xwe yên vala nedidan me. Mehekê em çar malbat tevî zarokên xwe li nava gund man. Maleke xizmê me hebû, vala bû. Ji wan jî kes nebû li gund. Em çar malbat ketin wî xaniyî. Heta sala 1994'an me bi wî rengî îdare kir. Gundiyên me çûn gel hêzên dewletê û ji wan re gotin; hûn ambargoyê li me dikin, hûn dixwazin em hemû ji birçîbûnê bimirin? Hêzên dewletê ji gundiyên me re gotin, 'Em 15 rojan demê didin we'. Gotin, 'Di nava 15 rojan de biryara xwe werbigirin. Eger hûn dixwazin hemû biçin bibin Apoyî, eger hûn dixwazin bên Şêxan û Sêgirkê û bibin cerdevan. Em du alternatîfan pêşkêşî we dikin'. Me jî berê xwe dan başûr. Destpêkê em hatin Bihêrê. Em çend mehan li wê deverê man, piştre êvarekê em hatin devereke navbera Şêranês û Bihêrê. Em ji wir jî çûn devereke din û sê mehan li wê deverê man. Me kon vedan, bi dehan malbat bûn. Xwarin û av nebû. Bi giha, pincar û bîrên avê me ev pirsgirêk çareser dikir. Em girêdayî doza xwe bûn. Me soz dabû ku çi dibe bila bibe em ê dest ji doza xwe bernedin. Wê demê hinek hatin navê me nivîsandin û gotin, 'Em ê we bibin Etrûşê, Geliyê Qiyametê'.

'LI PÊŞ ÇAVÊN ME ZÊDEYÎ 40 ZAROK MIRIN'

Di destpêka salê de em gihîştin Etrûşê. Tirkan piştî çend mehan bi navê 'Operasyona Çelîk' dest bi êrîşê kirin. Bi êrîşan re li dijî me dest bi ambargoyê kirin. Heta sala 1996'an bi dehan caran bêsedem ambargo li dijî me pêk anîn. Ne tenê ambargo her wiha li kampê jî direşandin. Gleek ciwanên me bi wî rengî şehîd bûn. Me got, bi vî rengî nabe. Sê mehan tiştek nedan me. Ji ber wê ambargoyê zêdeyî 40 zarok ji birçîbûnê û bêderman mirin. Li pêş çavên me zarok ji birçîbûnê û bêderman dimirin. Lê belê me gotin ku em ê teslîm nebin, em ê dest ji yekîtî û berxwedana xwe bernedin. Malbatên li Bihêrê mayî hatin û em hemû derbasî Etrûşê bûn. Piştre dest bi pêşkêşkirina xurekê kirin."

'ME JI ÇOLÊ BIHUŞTEK AVA KIR'

Qumrî Tûnç anî ziman ku piştî zor û zehmetiyên mezin ew derbasî Nînovayê bûn û ji wir jî li Mexmûrê kom bûn û got, "Me ji kampê bihuştek ava kir. Li dijî dûpişkan me li ber xwe dan û kamp ava kir. Ji roja ku me hatine vê deverê û vir ve ambargoyê li me ferz dikin û em jî li dij ambargoyan li ber xwe didin. Niha careke din ambargoyê dixin meriyetê. Ji bo bidawîbûna vê ambargoyê em li ber xwe didin. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Çawa ku me ambargoyên din têk birin em ê vê ambargoyê jî têk bibin."