Li Grellîngen û Strasboûrgê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn

Li bajarê Grellîngen ê Kantona Solothûrnê ya Swîsreyê û bajarê Strasboûrg ê Fransayê, Şehîdên Meha Gulanê bi meresimên girseyî hatin bîranîn.

Li bajarê Grellîngen ê Kantona Solothûrnê ya Swîsreyê û bajarê Strasboûrg ê Fransayê, Şehîdên Meha Gulanê bi meresimên girseyî hatin bîranîn. Di bîranînê de hate gotin ku divê gelê Kurd ê Ewropayê çekên kîmyewî yên deweta Tirk ên li ser Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê teşhîr bike.

GERLLÎNGEN

Şehîdên Meha Gulanê li bajarê Grellîngen ê Kantona Solothûrnê ya Swîsreyê, bi meresimeke bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a Swêdê (KOMAV) hatin bibîranîn.

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, malbatên şehîdan ên li Swîsreyê, rêxistina giştî ya Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ên Swîsreyê CDK-S û rêvebirên Tevgera Jinan a Kurd a Swîsreyê tev li meresimê bûn.

Bername bi rêzgirtinê destpê bû. Ewilî li ser KOMAV’ê Mehmet Goksûngûr axivî. Goksûr bi bibîranîna Şehîdên Meha Gulanê dest bi axavfina xwe kir û got: “Xayinan birayê min şehîd kir. Me cenazeyê wî nedît. Dayika min bi salan bi îşlikê bi xwîn şîna wî kir.“

Beşdaran di meresimê de dirûşmeya ‘’Şehîd namirin’’ berz kir.

Li ser navê malbatên şehîdan maliyen Armanc Kurdo û Zînarîn Arjîn jî axivîn.

Hevseroka Kongr Gel Remzî Kartal Hakî Karer, Çar û şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.  Kartal anî ziman ku hemû Şehîdên Meha Gulanê bi bîr tînim û wiha got: “Pirsgirêka Kurd ne bi tenê pirsgirêka dewleta Tirk e. Heke wisa bûya niha ji zû de çareser bûbû. Nivîsa li ser Çiyayê Agirî ya ’Kurdistan divê gorê de definkirî ye’ hebû. Hêj jî ew feraset berdewam e.  

‘TÊKOŞÎNA DI NAVBERA XETA XIYANET Û AZADIYÊ BERDEWAM E‘

Rêber Apo, PKK têk naçin. PKK partiya şehîdan e. Têkoşîn bi berxwedana şehîdan her roj mezintir dibe. Em li ber şehîdên xwe dikevin lê em ê şînê nekin. Ev şehîd ne şehîdên dawîn in. Heta êrîş hebin em ê têbikoşin. Divê mirov ji vê têkoşînê baş fahm bike. Berxwedana li Zapê mînaka herî berbiçav a vê yekê ye. Têkoşîna di navbera xeta xiyanet û azadiyê berdewam e.“

‘RÊBER APO 24 SAL IN LI ÎMRALIYÊ LI BER XWE DIDE‘

Kartal anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bi salan e ku li ber xwe dide û wiha pê de çû: “Rêber Apo 24 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide. Di serî de dewleta Tirk; dewletên din av komploya navneteweyî de cih girtin li ber vê berxwedanê neçar man. Hevalên me di zindanan li ber xwe didin, gerîla li ber xwe dide. Divê em berpirsyariya xwe ya li hember Rêber Apo û gerîla bi cih bînin. Li ser navê Serokatî û gerîla  divê em bi erka xwe rabin. Gerîla li Zapê wiha dibêje, ‘Em serfiraziyê bikin diyarî ji gelê xwe re‘. Divê pratîka me ya li vir jî li gor sekina wan a bi bawerî be.“

 ‘DEWLETA TIRK LI ZAP Û AVAŞÎNÊ TÊK ÇÛ‘

Kartal bilêv kir ku faşîzma dewleta Tirk bi aborî, leşkeri û siyasî li ber têkçûnê ye û wiha dawî kir: “Li Zap û Avaşînê têk çû, îcar dixwazê êrîşê Rojava bike. Bi kirina hincet a şerê Rûsya û Ûkraynayê dixwaze di xeta Misûl-Helebê de hêremeke tampon a bi 30 kîlometreyan ava bike. Li Kurdistanê xeta xiyanetê heye. Hêzên navneteweyî piştgiriya vê xetê dikin. Ji wê boneyê xebatên me yên li Ewropayê giring in. Divê em bikin ku dostên Kurdan tevbigerin. Ji Dersimê heta bi Helebçeyê, ji Zapê heta bi Avaşînê ên van çekên kîmyewî didin dewleta Tirk dewletên Ewropayê ne. Divê Hesep em du tiştan bi hev re bikin. A yekem, teşhîrkirina bikaranîna çekên kîmyewî ye. Ya duduyan jî teşhîrkirina xeta xiyanetê ye. Dewleta Tirk li ber berxwedana gerîla neçar ma. Hemû gelê me divê bi awayekî hêjayê vê berxwedana gerîla têkoşînê mezintir bike.“

Di meresima bi axaftinên nasên şehîdan dewam kir de, piştî stranên hunermendên Tev-Çand’ê sînevîzyon hat nîşandan.

Bibîranîn bi dirûşmeya ‘’Şehîd namirin’’ bi dawî bû.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di serî de Şehîdên Meha Gulanê, Aysel Dogan û gerîlayên ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên dawîn de şehîd bûn, hatin bibîranîn. Meresima bibîranînê ku gelek Kurdistanî tev lê bûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.

Merasîma bîranînê ku malbata Şehîd Îmam Taş jî lê amade bûn, di serî de Îmam Taş têkildarî Şehîdên Meha Gulanê bi xwepêşandana sînevîzyonê dewam kir. Malbata Şehîd Îmam Taş di meresimê de têkildarî kesayeta wî ya şoreşger û tevlêbûna wî ya têkoşînê agahî da û bal kişand ku ew yek ji hezaran nirxên ku xwe bexşî têkoşîna Kurdan kiriye. Her wiha hat gotin ku her şehîdek nirxekî Kurdan e.

PKK PARTIYA ŞEHÎDAN E

Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş jî di axaftina xwe de ba kişand ser berxwedana dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd û anî ziman ku ji şehîdan re soz hatiye dayîn ku wê têkoşîna 50 salan bigihe serketfinê. Aktaş destnîşan ku PKK partiya şehîdan e û got ku her şehîdekî rêya ku diçe azadiyê bi awayekî zelal xêz kiriye.

Piştre Siyasetmedar Firat Baran jî mafê axaftinê girt. Baran diyar kir ku meha Gulanê ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve dîrokeke giring diyar dike û got: “Ji Hakî Karer û Çaran, her canê ku li Zapê dijmin têk dibin, dibin hêviya gelê Kurd û şehîd dibin, hêviya azadiyê ya me hemûyan e.”

Baran di dawiya axaftina xwe de got: “Şehîd rûmeta me ne. Gelê Kurd wê di rêya ku şehîdan xêz kiriye de li dijî xiyanet û êrîşên navneteweyî bigihîjin serkeftinê.“