Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê êrîşî girtiyan hate kirin

HDP’ê derbarê bûyerên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê got ku divê rayedar raya giştî agahdar bikin. Baroya Êlihê jî diyar kir ku êrîşî qawîşan hatiye kirin.

HDP’ê derbarê bûyerên li  Girtîgeha Tîpa M a Êlihê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Em bang li saziyên rayedar dikin ku bila raya giştî agahdar bikin.

Partiya me tevî ÎHD û Baroya Êlihê bûyerên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê ji nêz ve dişopîne. Parlementerên me Feleknas Ûca, Necdet Îpekyuz û Siddik Taş li qadê ne.

Bi vê wesîleyê em bang li sazî û dezgehên pêwendîdar dikin ku bila raya giştî agahdar bikin.”

BAROYA ÊLIHÊ: TIŞTEK BI KESÎ NEHATIYE

Baroya Êlihê jî got ku “Serokê baroya û rêveberiya me têkilî bi rayedaran danîne. Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin mudaxeleyî qawîşan hatiye kirin û tiştek bi kesî nehatiye.”