Li Gîrîtê erd hejiya, kesek mir 9 kes birîndar bûn

Li Girava Gîrîtê ya Yewnanistanê bi pîleya 5,8 erd hejiya. Di erdhejê de kesek mir û 9 kes jî birîndar bûn.

Erdhej 350 kîlomtre dûrî Atînayê û 23 kîlometreyan navenda Gîrîtê pêk hat. Hate diyarkirin pîleya erdhejê 5,8 e.

Li Arkalohoriyê karkerek mir. Li gorî Parastina Sivîlan jî 9 kes birîndar bûne.

Li Yewnanistanê gelek caran erd diheje. Herî dawîn li Elassonayê erd hejiyabû û kesek miribû.

Di 30’ê Cotmeha 2020’an de jî di navbera Girava Sîsam a Yewnanistanê û di navbera bajarê Îzmîrê ya Tirkiyeyê bi pîleya 7’an erd hejiyabû. Di vê erdhejê de li Tirkiyeyê 114 û li Samosê jî du kes miribûn.