Li Geverê çalakiya sabotajê: Tirek hate rûxandin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Geverê li dijî konvoya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê lidar xist. HPG’ê ragihand ku tirek û alavên tê de hate rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşên hewayî yên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Berfirehiya daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

'LI GEVERÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ, TIREK HATE RÛXANDIN'

"Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 16’ê Tebaxê saet 10:30’an li dijî kanvoya artêşa TC’ê ya dagirker ku ji qereqola Wargenima ya navçeya Gever a Colemêrgê sewqiyata leşkerî dikir, li herêma navbera gunden Melkava û Yekmalê bi taktika sabotajê çalakiyek lidar xist. Di konvoyê de tirek bû hedef, di çalakiyê de tir û alavên tê de hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehate testpîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagriker li derdora gundên Yekmalê, Melkava û Qaportê operasyon da destpêkirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Sibeha 15’ê Tebaxê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li derdora gundê Gîsê yê herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, Tepê Savaş û derdora gundê Bêpalan û derdora gundê Rençber Aga yê herêma Zê barandin. Di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me nehatiye lê di encama bombebaranê de li eraziyê jîngehan şewat derket.

Me di daxuyaniya xwe ya di 4’ê Tebaxê de diyar kiribû ku artêşa Tirk a dagirker di 18’ê Tîrmehê de li gundê Şakak a Dêrsimê operasyonek dabû destpêkirin û qad bomberdûman kiribû. Di vê bomberdûmanê de 2 hevrêyênme şehîd bûbûn. Nasnameya hevrêyên me Avareş û Dijwar wiha ne:

Nasnav: Avareş Amed
Nav û Paşnav: Mûhammed Tara
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Ayşe – Şahabettîn
Dem û Cihê Şehadetê: 18’ê Tîrmeha 2019’an / Dersim

Avareş – Mûhammed Tara

Nasnav: Dijwar Ararat
Nav û Paşnav: Dervîş Adiguzel
Cihê Jidayikbûnê: Kocaelî
Navê Dayik - Bav: Yildiz –Kerem
Dem û Cihê Şehadetê: 18’ê Tîrmeha 2019’an / Dersim

Dijwar – Dervîş Adiguzel

Hevrê Avareş Amed li Amedê ji dayik bûye û di nav kelepora welatparêz de mezin bûye. Li hemberî polîtîkayên înkar  û îmhayê yên dijmin wekî bi hezaran ciwanên Kurd berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û bûye şervanekî azadiyê. HevrêAvareş ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye bi helwesta xwe ya fedakar û kedkar bûye yek ji hevalên me yên mînak. Li Eyaleta Dêrsimê têkoşiyaye û di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan de bûye rêhevalekî me yê qehreman.

Hevrê Dijwar Ararat jî li Kocaeliyê ji dayik bûye û bûye şahidê polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê.  Hevrê Dijwar li Eyaleta Dêrsimê têkoşiyaye, bi ked û tevkariya xwe derb li dijmin xistiye.

Di serî de em sersaxiyê ji malbatên herdu hevrêyên me yên şehîd ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan a azadiyê bigihînin serfiraziyê û em ê xwedî li bîranîna wan derkevin."