Li Geller û Londonê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

Li paytexta Ingiltere Londonê û bajarê Newport ê Gallerê 15’ê Tebaxê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

 LONDON

Li paytext London li Navenda Civaka Kurd pîrozbahiya ku saetên nîvro destpêkir di saetên şevê de bi dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan û şûnde Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a London Mehmet Kardu axivî. Kardu anî ziman ku berxwedaneke destanî ya dîrokî 35 salan dewam dike. Pîrozgahî bi gerandina govendê ve bidawî bû.

Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal jî axaftinek kir.

GALLER

Li bajarê Newport ê Gallerê jî 15’ê Tebaxê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Pîrozbahiya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Newportê hate kirin Kurd û dostên wan tevlî bû. Di şahiyê de sînevîzyona li ser 15’ê Tebaxê hatibû amadekirin hate nîşandan. Şahî bi gerandina govendê ya li ber stranan heta saetên şevê dom kir.