Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ji bo Şengalê

Li dijî peymana li ser Şengalê ya di navbera PDK, Emerîka, Dewleta Tirk û hikumeta Iraqê de li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.

STOCKHOLM

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumeta Iraq û Hewlêrê hate protestokirin.

Kurdistanî li Qada Sergelstorgê ya Stockholmê hatin ba hev û ji bo piştgiriya gelê Şengalê çalakiyeke hevgirtinê li dar xistin.

Çalakgeran di çalakiyê de ‘Dewleta Tirk ji Şengalê derkeve’, ‘Erdoganê faşîst’ berz kirin.

Di çalakiyê de Aliye Rahîmî got ku “PKK, YPG û YPJ’ê tevî gelê Şengalê, DAÎŞ ji Şengalê derxistin. Em ê destûrê nedin ku gelê Şengalê dîsa bibe kole.”

BASEL

Kurdistanî û dostên wan bi banga Yekîtiya Hêza Demokratîk li Qada Claraplatzê hatin ba hev û pankarta ‘Em ê destûrê nedin fermana 75’emîn’.

Li ser navê Navenda Civakî ya Kurdan Alî Matûr axivî û diyar kir ku li dijî peymana qirêj a li ser Şengalê ew ê li qadan bin.

CENEVRE

Li bajarê Cenevreyê jî Kurdistanî li pêşiya Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovn hatin ba hev û peymana li ser Şengalê protesto kirin. Li ser navê Navenda Civakî ya Kurdan Salih Saglam di çalakiyê de axivî û got ku, “Rêveberiya PDK’ê ya li ser xeta îxanetê israr dike û hêzên di vê peymanê de dixwazin li Şengalê qetlîamekê çêbikin. Li dijî vê hewldanê em ê bi gelê Şengalê re bin.”

KÎEL

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê jî bi pêşengiya Komeleya Kurdan a Kîelê ji bo şermezarkirina peymana li ser Şengalê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan û hate diyarkirin ku li ser Şengalê planên qirêj hene.

LORÎENT

Li bajarê Lorîentê yê Fransayê jî Kurdistanî û dostên wan belavok belav kirin. Girse saet di 15.00’an de li qada Place Arîstîstîde-Brîandê hatin ba hev û ber bi navenda bajêr me meşiyan. Di meşê de peymana qirêj a li ser Şengalê hate protestokirin.