Qetlîama Şengalê li gelek bajarên Elmanyayê hate protestokirin

Li gelek bajarên Elmanyayê qirkirina li ser Şengalê hate protestokirin û cangoriyên qetlîamê hatin bîranîn.

DUSSELDORF

Salvegera 7’emîn a qirkirina li ser Şengalê li bajarê Dusseldorfê ya Elmanyayê hate protestokirin.

Çalakî ji aliyê YJK-E’yê hate organîzekirin û saet di 18.00’an de li pêşiya DGB Haûsê hate lidarxistin. Gelê Kurd bi pankarta ‘Li hemberî qirkirina li ser jinan, mafê tayînkirina qedera xwe, statu ji Şengalê re’ dest bi meşê kir. Meş li Cornalîaûsplatzê veguherî mîtîngê.

Çalakgera TJK-E’yê Besîma Konca di mîtîngê de axivî û got “Îro dîsa bi wesîleya roja reş em li hev kom bûn. Di dîroka Kurdistanê de qirkirin, tecawiz û li hemberî wê berxwedan û serhildan heye. Yek ji van a herî nêz jî fermana 74’emîn a li ser Şengalê bû. Ev ferman ne bi tenê êrişa li ser DAÎŞ’ê bû, di heman demê de bi destûra NATO’yê re û bi piştgiriya Tirkiye û Iraqê hate kirin. Lê civaka Êzidî bi pêşengtiya şoreşa jinan xwe rêxistin kiriye û ev qetlîam pûç kiriye.”

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbruckenê jî cangoriyên qetlîama Şengalê hatin bîranîn.

Çalakiya protestoyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku birîna qetlîama Şengalê nehatiye girtin û hê jî êşa wê didome. Di çalakiyê de hate gotin “Hikumeta navendî ya Iraqê û hêzên PDK’ê di vê qetlîamê de rola wan heye, derbarê wan lêpirsîneke xurt nehate kirin û van hêzan ji civaka Êzidî hê jî lêborîn nexwestiye.”

BÎELEFELD

Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê jî qetlîama Şengalê hate protestokirin. Ev meş wekî parçeyekî çalakiyên sê rojan hate kirin.

Çalakî bi banga SMJÊ, HCÊ, NAV-YEK û Navenda Kurdistanê hatibû organîzekirin û bi rêzgirtina ji bo şehîdên Şengalê dest pê kir.

Di çalakiyê de li ser navê Navenda Kurdistanê, Dîe Lînke, JXK, SPD, Yekîtiya Hêza Demokratîk, NAV-YEK û SMJÊ axaftin hate kirin.

NURNBERG

Li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê jî Mala Gel a Şengalê qetlîama Şengalê protesto kir. Gelê Kurd li Hallplatzê hate ba hev û pankarta ‘Şengalê ji bîr neke’ vekir.

GÎESSEN

Di salvegera 7’emîn a qetlîama Şengaê de li bajarê Gîessenê meşek hate lidarxistin. Meş li Berlînerplatzê hate destpêkirin.

Li du cihên bajêr belavoka TJK-E’yê hate xwendin.

Di çalakiyê de bêdengiya dinyayê hate şermezarkirin û hate diyarkirin gerîlayên HPG, YPG û YPJ’ê nehiştine ku qetlîam girantir bibe.