Li gelek bajarên Elmanyayê Qetlîama Parîsê hat şermezarkirin

Li gelek bajarê Elmanyayê 3 jinên Şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin bi merasîman hatin bîrannîn.

Ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, ji aliyê hezaran Kurdistanî ve bi meşekê hatin bîranîn.

Kurdistanî û dostên wan ên ku li gelek bajarên Elmanyayê daketin qadan, bertek nîşanî berpirsyartiya dewleta Tirk a ku Komkujiya Parîsê pêk anî dan û ji rayedarên Fransî xwestin ku vê komkujiyê di zûtirîn dem de çareser bikin.

BERLÎN

Kurdistanî û dostên wan ên ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Dest-Danê li paytexta Elmanya Berlînê li Alexanderplatz hatin cem hev û bi armanca şermezarkirina eşkere nekirina failan tevî ku 9 sal li ser qetilkirina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên li Parîsê hatin qetilkirin re derbas dibe, meşiyan.

Nûre Alkiş ku beriya meşê axaftinek kir, bal kişande ser têkoşîna Sakîne Cansiz (Sara) û got, “Jiyana wê her tim bi têkoşînê dewam kiriye. Têkoşîna wê ji bo jina Kurd, ji bo gelê Kurd bû.” Wê her wiha anî ziman ku têkoşîna Sara li Kurdistanê destpê kir, li Rojhilata Navîn belav bû û îro li hemû cîhanê deng vedaye.

Li aliyê din siyasetmedara Kurd Sîbel Yîgîtalp jî axivî û diyar kir ku ew ji bo ku sûîqesta modernîteya kapîtalîst a li Parîsê di şexsê jinên Kurd de pêkanî protesto bikin li vir in û anî ziman; “Divê ev komkujî wiha bê dîtin, hevala me Sara hevaleke ku jiyana xwe ji bo tevgera jinên Kurd feda kir. Ew bi hişmendî, helwest, bawerî û nirxên xwe her tim pêşeng bû û wekî ku di pirtûka xwe de jî gotiye, Jiyana wê her tim şer bû."

Li ser navê SKB'ê Seher axivî û diyar kir ku her çend li Parîsê edalet pêk neyê û kiryar bi dewleta Tirk û têkiliyê MÎT’ê bin jî, yekane gumanbar Omer Guney bi rojan beriya dadgehê bi awayekî bi guman mirî hat dîtin. 3 jinên Kurd di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih girtin û bi jiyana xwe ve xwe pêre kirin yek.

Hevserokê Fed-Kurd Kerem Gok jî wiha axivî: “EM hevalên me yên jin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên li navenda Parîsê hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Di heman demê de em hevalên xwe Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên li Silopiyayê hatin qetilkirin jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em yên jinên Kurd qetil kirin û hevkarên vê komkujiyê şermezar dikin."

Di meşê de dirûşmên "Sara Rojbîn Ronahî, jin jiyan azadî" hatin berzkirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, ji bo sê şoreşgerên Kurd Sara, Rojbîn û Ronahî yên li Parîsê hatin qetilkirin, bi tevlêbûna Kurdistanî û dostên wan meş hat lidarxistin. Piştî meşa ku li Laûtenschlager Strasse destpê kir, li Schlossplatzê mîtîngek hate lidarxistin. Parlamenterê Dîe Lînke Bernd Reîxînger û Hevseroka KON-MED'ê Zubeyde Zumrut di axaftina xwe de bang li hikûmeta Fransayê kir ku tavilê kujeran ceza bike. Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

AÛRÎC

Ji bo 3 şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Zelal, li bajarê Aûrîch ê eyaleta Saksonya Jêrîn a Elmanyayê, mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtînga ku saet di 14:30 de li qada Marktplatzê destpê kir, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin. Di daxuyaniyên li mîtîngê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk dijminê jinê ye û hate gotin ku bêdengiya dewleta Fransa ya heta niha tê wateya hevpariya wê ya bi vê komkujiyê.

SAARBRUCKEN

9. salvegera qetilkirina damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin.

Çalakiya protestoyî ji aliyê rêxistina TJK-E Saarbrucken û meclisa jinan a Şîrîn Elemhûlî ve hat organîzekirin. Tevî Kurdan gelek dostên Kurdan jî tevlî meşa ku li ber galeriya Eûrpoa destpê kir bûn. Meşvanên ku posterên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dabûn hilgirtin, û li vir jî bi dirûşmeyan heta Landwehrpltazê ku wê mîtîngê lidar bixin meşiyan. Di tevahiya meşê de gelek belavokên ku komkujiya Parîsê vedibêjin hatin belavkirin.

Mîtînga li Labdwerplatzê hat lidarxistin bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di mîtîngê de li ser navê TJK-E û Sîwana Jinên Êzidî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku di ser komkujiyê re 9 sal jî derbas bûne lê hê jî nehatiye ronîkirin. Tevî ku delîlên ku nîşan dide îstîxbarata Tirk komkujiya Parîsê pêk aniye hene jî, di daxuyaniya ku bertek nîşanî zelalnekirina vê yekê hat dayin û hat destnîşankirin ku heta ku rayedarên Fransî ev komkujî ronî nekin, li cem gelê Kurd wê bi qasê kesên komkujî pêk anîne sûcdar be.

Di çalakiyê de di daxuyaniya ku li ser navê saziya mafên jinan a Elman Femîstîchevernetzung Trîer de hat dayin hat gotin, "Em weke saziya jinan a Femîstîchevernetzung Trîer, di wê baweriyê de ne ku divê di zûtirîn dem de komkujiya Parîsê bi awayekî adil bê ronîkirin. Li ser vê bingehê em bang li rayedarên Fransî dikin ku ji bo çareserkirina vê komkujiyê xebatên pêwîst bimeşînin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

BREMEN

Navnîşanek din a çalakiyên li Elmanyayê Bremen bû. Di çalakiya ku saet di 16.00’an de li Marktplatzê destpê kir û ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sêvê ve hat organîzekirin, nûnerên Cemxanê (Cemevî) yên Bremenê jî beşdar bûn.

Di axaftinan de gelek kesan li ser jiyana 3 jinên şoreşger nêrînên xwe anîn ziman.

Çalakiya ku gelek dirûşmeyên li ser dîroka qetlîamên dewleta Tirk hatin qîrîn, demeke dirêj dewam kir.