Li Freîbûrgê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Li qada seyranê ya ku pîrozbahî lê hate kirin, posterê pêşengê pêngava 15’ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Zeynep Kinaci (Zîlan) hate daliqandin.

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê Hevserokê NCDK’ê Salih Hezex axivî. Hezex pêngava 15’ê Tebaxê di şexsê fermandar Egîd de li hemû şehîdan pîroz kir.

Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Abdullah Demîrbaş, li ser navê gelê Asûrî-Siryan Semîr Ozmen û parlementerê Dîe Lînkeyê Tobîas Blîger axivîn.

Piştî axaftinan Hozan Comert û Destan stranên xwe strandin.