Li Fransayê tifaqa çep bi ser xist, Macron sîleya hilbijartinê xwar

Di tûra duyemîn a hilbijartinên giştî yên Fransayê de, kaolîsyona Serokkomar Emmanûel Macron bi ser neket. Macron di navbera tifaqa çep û rastgiriya tund de asê ma.

Di hilbijartinên giştî de koalîsyona Macron 'Ensemble' (Yekîtî) kêmî texmînan 245 kursî wergirt. Ji bo serweriya li parlamentê 289 kursî diviya bû.

Koalîsyona Yekîtiya Gel a Civakî, Ekolojîk a Nû (Nûpes) ku ji La France Insoumise (LFI), Partiya Sosyalîst (PS), Partiya Kesk-Ekolojîk a Ewropayê (EELV) û Partiya Komunîst a Fransayê pêk tê, 131 kursî bi dest xist û bû muxalefeta bingehîn.

SERKETINA RASTGIRIYA TUND

Partiya rastgiriya tund RN gaveke mezin avêt û bi 89 wekîlan kete parlamentê. Rastgiriya tund ti carî di hilbijartinê de ewqas wekîl bi dest nexistibû.

Partiya Komarger û UDÎ 74 kursî, partiyên din jî 48 kursî wergirtin.

Ji aliyê rêjeyî ve Ensemble ji sedî 38.48, Nûpes ji sedî 31.76, RN jî ji sedî 17.20 ê dengan standin.

Di tûra duyemîn de jî ji sedî 53.77 ê hilbijêran dengê xwe nedan. Di tûra destpêkê de ji sedî 52.49 ê hilbijêran deng nedabûn.

MELENCHON: EM GIHÎŞTIN ARMANCA XWE

Pêşengê koalîsyona Nûpes Jean-Lûc Melenchon diyar kir ku ew gihîştin armanca xwe ya siyasî û got, "Partiya Serokatiyê têk çû."

Partiya di nava yekîtiya çep de bi ser ket LFI bû. Partiya Jean-Lûc Melenchon di hilbijartinên 2017'an de 17 wekîl bi dest xistibû û kom ava kiribû. Di vê hilbijartinê de hejmara wekîlên xwe kir 75. PS jî 30 wekîl, EELV 15, PCF 10 kursî bi dest xistin.