Ji bo penaberê Kurd ê li Fransayê gefa dersînorkirinê lê tê xwarin, kampanya destpê kir

Li Fransayê, gefa dersînorkirinê li penaberekî Kurd tê xwarin ku hatiye girtin. Perwerdekaran ji bo bavê çar zarokan Delîbaş Arat dest bi kampanya îmzeyan kirin.

Delîbaş Arat ji 26'ê Nîsanê û vir ve li Marsîlyayê bi hinceta 'destûra xwe ya mayinê nîne' girtî ye.

Ji bo Arat ê bavê çar zarokan bê berdan û mafê mayinê jê re bê dayin, gelek perwerdekaran dest bi kampanya îmzeyan kirin.

Di metna ji bo Walîtiya Boûches du Rhone de hate gotin, "Em mamoste, asîstanên perwerdeyê û wezîfeyên xizmeta civakî... Me bihîst ku bavê Lorîn û Delîla yên li koleja Vallons des Pîncê Arat hatiye girtin."

Îmzekaran diyar kirin ku du birayên herdu keçan li dibistana seretayî û kreşê dixwînin, her çar zarok perwerdeyeke baş dibînin, hevalên xwe hene û baş entegreyî polan bûne.

Di metna kampanyayê de hate gotin, "Lorîn û Delîla bi piştgiriya tevahiya civakê dixebitin û zor û zehmetiyan ji holê radikin. Ew xwendekarên me ne, em red dikin ku wan winda bikin, em red dikin ku ji aliyê exlaqî ve ew têk biçin an jî bi belavbûna malbatê re bêewle bimînin.

Di demekê de ku bûyerên dawî pêwîstiya bi alîkariya penaberan radixe pêş çavan, em naxwazin ku biryarên îdarî bandorê li ser ewlehiya hestewarî ya van çar zarokan bike.

Ji bo karibin kariyera xwe ya dibistanê dewam bikin, em ji we rica dikin ku destûrê bidin ku bi bavê xwe re bin.

Em ji we dixwazin ku hûn destûrê bidin me ku em wezîfeya xwe ya perwerdeyê temam bikin.

Em ji we rica dikin ku mafê mayinê bidin jin û mêr ên Arat.

Tîma perwerdeyê ya koleja Vallons des Pîns."