Li Fransayê ji bo ku çepgir bibin yek greva birçîbûnê hate destpêkirin

Ji bo ku di hilbijartina serokkomariyê ya Fransayê de partiyên çepgir bibin yek parlementerê Ewropayê Pîerre Larroûtûro jî di nav de 12 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Di meha Nîsanê de wê hilbijartina serokkomariyê pêk were. Lê çepgirên Fransayê parçebûyî ne. Ev jî dibe sedem ku çepgir nikaribin di hilbijartinê de bi ser bikevin.

Parlementerê Ewropayê Pîerre Larroûtûro û Anna Hessel a ku keça nivîskarê berxwedêr Stephane Hessel e jî di nav de 12 kes ji bo ku çepgir bibin yek dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakvan dixwazin çepgir bi pêşhilbijaratinê ya ji aliyê gel ve, bi tenê namzetekî nîşan bidin. Armanca wan ev e ku di navbera 27-30’ê Çileyê de bi 300 hezar îmzeyan namzet were diyarkirin.

12 kesên di greva birçîbûnê de di daxuyaniya nivîskî de gotin “Bi tenê namzetên çepgir û ekolojiyê hay ji rewşa lezgîn a avhewayê hene û dixwazin çareser bikin. Lê dema ku ew jî parçe bibin, serfirazî wê pêk neyê. Çepgir di hilbijartinan de jixwe têk çûn lê di sala 2022’an de rewş bi awayekî radîkal cihê ye. Ev ne bi tenê hilbijartineke têkçûyî ye, di heman demê de bibe qedera mirovayetiyê jî. Ev belavbûn cesareta mirovan dişkîne, lê heke beriya meha Sibatê kombûn pêk were, wê mumkin be ku di warê avhewa û edaleta sosyal de serkeftin pêk were.”