Li Fransayê hilbijartinên giştî: Gelo Melenchon wê bibe Serokwezîr?

Li Fransayê ji bo tûra destpêkê ya hilbijartinên giştî bang li hilbijêran hate kirin ku dengê xwe bidin. Partiyên Çep cara yekê bi tifaqê tevlî hilbijartinê bûn. Tê payin ku Jean-Luc Melenchon bibe serokwezîr.

Piştî hilbijartinên serokkomariyê bi şeş hefteyan, bang li 48 milyon hilbijêrî hate kirin ku ji bo hilbijartinên giştî dengê xwe bidin.

Hilbijêr wê 577 wekîlên parlamentê hilbijêrin. Buroyên dengdanê li metropolan saet di 08:00 de hatin vekirin.

Di hilbijartinên 24'ê Nîsanê yên serokkomariyê de Emmanûel Macron ê ku bi polîtîkayên xwe yên neo lîberal bû cihê nerazîbûnan, bi dengê rastgiran hate hilbijartin. Di hilbijartinê de Marîne Le Pen a rastgiriya tund di rêza duyemîn, Jean-Lûc Melencon ê çepgiriya radîkal di rêza sêyemîn de bû.

Hilbijartinên giştî jî wê di navbera van hersê eniyan de pêk were. Lê belê partiyên rastgiriya tund hêviyeke mezin ji vê hilbijartinê nakin. Li gorî anketan hilbijartin wê bi esasî di navbera eniya Macron û çep de derbas bibe.

Partiyên Çep piştî demeke dirêj yekemcar bi yekîtiyê tevlî hilbijartinê bûn. France Insoumise, Partiya Sosyalîst, Partiya Kesk û Komunîst bi navê "Yekîtiya Gel a Nû ya Ekolojîk û Civakî" li dora Jean-Lûc Melenchon li hev civiyan.

Macron û koalîsyona wî jî bi navê "Ensemble" ji sê komên rastgir pêk tê. Anketên dawî nîşan da ku di tûra destpêkê de eniya Macron û tifaqa çep dengê wan nêzî hev e.

Ji sala 2002'an û vir ve Macron timî piraniya dengan wergirt. Lê belê tê payin ku hevsengî vê carê bêne guhertin. Eger senaryoyeke bi vî rengî pêk were wê Di Komara 5'emîn de parlamenta destpêkê ava bibe ku serokkomar nekariye piraniya endaman bi dest bixe. Melenchon hêvî dike ku di vê hilbijartinê de bibe serokwezîr.

Tûra duyemîn a hilbijartinê wê 19'ê Hezîranê pêk were.