Li Fransayê efserên ku mohra xwe danîn binê belavokê, radestî dîsîplînê tên kirin

Leşkerên teqawîtbûyî, ku hefteya derbasbûyî bi belavokekê bang li Serokkomarê Fransayê kir ku di mijarên koçberî û ewlekariyê de tedbîrên tund werbigire, wê bang li wan bê kirin ku îfadeyê bidin.

Li kovara Valeurs Actuelles ku nêzî rastgiriya tund a li welêt e, hefteya derbasbûyî belavokek bi îmzeya zêdeyî hezar general û hezar efserên payebilind ên teqawîtbûyî hatibû weşandin û hatibû îdîakirin ku koçberî û Îslamiya tundrew a li welêt bi hev ve girêdayî ne. Di belavokê de ji Serokkomar Emmanuel Macron hate xwestin ku tedbîrên tund werbigire. Her wiha hatibû îdîakirin ku li welêt metirsiya şerê navxweyî heye û dibe ku artêş dema bê neçar bimîne dest li vê yekê werde.

Belavok di salvegera hewldana darbeyê ya sala 1961'a ya li ser pirsgirêka Cezayîrê hate weşandin. Marine Le Pen a rastgira tund xwedî li vê belavokê derketibe jî gelek siyasetmedaran nerazîbûn nîşan dan.

Serokê Fermandariya Giştî ya Fransayê François Lecointre jî ragihand, ku 18 efserên erkdar ên hatin tespîtkirin bi leşkerên teqawîtbûyî yên belavok weşandin tevdigerin, wê radestî desteya dîsîplîna leşkerî bêne kirin. Lecointre ji rojnameya Le Parisien re axivî û diyar kir ku ev biryar bi fermana Wezîra Hêzên Çekdar Florence Parly hatiye wergirtin. Hate ragihandin ku efserên ekdar ên ku mohra xwe danîne binê belavokê, xwestine ku yekser bên teqawîtkirin.

Lecoingre diyar kir ku biryara li desteya dîsîplîna leşkerî bê dayin wê bi biryarnameyeke Serokkomar misoger bibe.