Li Fransa û Elmanyayê ciwanan çalakî li dar xistin

Li bajarên Parîs û Marîgnane yên Fransayê û li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, Kurdistanî bi pêşengiya ciwanan daketin qadan, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û li ber êrişên dagirkeriyê rabûn.

Li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê, bi banga aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Têkoşer (TÊKO-JIN) Kurdistanî li hev civiyan û di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan.

Girseya gel danê êvarê li hev kom bû û ji ber Komeleya Çanda Kurd dest bi meşê kir.

Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Libere Ocalan", "Ciwan fedayiyên Apo ne" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin qîrîn.

Bi navê ciwanan daxuyaniyek hate dayin û hate destnîşankirin ku divê tecrîd tavilê bi dawî bibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Piştî meşê ku bi qasî saeteklê dewam kir, li ber stasyona trenê ya Gringyê mîtîngek hate lidarxistin.

MARIGNANE

Li bajarê Marignane yê Fransayê jî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Bijî îradeya gelê Kurd" hatin qîrîn.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê jî aktîvîstên TCŞ'ê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de çalakî li dar xistin.

Di çalakiyê de her wiha hate ragihandin ku PDK li ser xeta xiyanetê ye, lewma hate şermezarkirin. Ji bo rabûna li ber dagirkeriyê jî bang hate kirin.