Li Frankûrtê meşa li dijî tecrîdê

Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, li Frankfûrtê bi meşeke girseyî hat protestokirin.

Salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya FCDK-KAWA li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi meşeke girseyî hate protestokirin.

Meş bi beşdariya Kurdistaniyên ji Saarbrucken, Frankfûrt, Darmstadt, Hannah û Offenbachê li Bockenheîmer Wartê ku li navenda bajêr e, dest pê kir.

Gava meşê, danezana têkildarê Komploya 15’ê Sibatê, bi zimanê Elmanî hat xwendin û axaftin hatin kirin. Di meşê de fikar ji nehevdîtina malbat û parêzeran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat kirin û bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, CPT û hemû saziyên navneteweyî hat kirin ku bi erka xwe rabibin. 

Di meşê de tim û tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin û banga tevlêbûna meşa ku wê sibehê li Darmstadt- Lûîsenplatzê li dijî tecrîdê bê lidarxistin, hate kirin.