Li Frankfûrtê Sînan Dêrsim hate bibîranîn, konferansa FCDK’ê hate lidarxistin

Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê hate bibîranîn. Federasyona FCDK Kawa jî konferansek li dar xist.

Pêkhateyên Meclîsa Federasyona FCDK Kawa li Frankfûrtê konferansa xwe ya 1’emîn li dar xist. Ji bajarên Frankfûrt, Darmstadt, Gîssen, Maînz, Saarbrucken û Mannheîmê beşdarî li konferansê hate kirin.

Konferans wê 2 rojan bidome. Di konferansê de di şexsê Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim de şehîdên şoreşê hatin bibîranîn. Derbarê jiyan û têkoşîna Dêrsim sînevîzyonek hate nîşandan.

Di konferansê de êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî hatin şermezarkirin.