Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Frankfûrtê mîtînga li dijî tecrîdê

Ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtîngê de ku roja Şemiyê ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve li Frankfûrtê hate lidarxfistin, işaret bi greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî hate kirin ku ji 27'ê Mijdarê ve dewam dike.

Hevserokê Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (FCDK/KAWA) Emîn Denîz li mîtîngê axivî û berxwedana greva birçîbûnê silav kir.

Denîz ji bo girtiyên siyasî yên li girtîgehan got, "Dil û wijdanê gel e" û wiha dewam kir, "Em ê bibin dengê têkoşerên vê têkoşîna bi rûmet." Denîz destnîşan kir ku li dijî zilm û êşkenceya desthilatdariya faşîst, wê sala 2021'ê têkoşînê mezintir bikin.

Bi navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Mesût Karataş axivî û got, "Girtîgehên li Tirkiyeyê her tim bûne navenda berxwedanê. Şoreşgeran her tim canê xwe feda kirine û rêya têkoşînê nîşanî gelên me dane."

Karataş got, "Em jî şopdarên wê rêyê ne û em ê alê nexin erdê."

Mîtîng bi xwendina belavoka li ser armanca çalakiyê bi dawî bû.