Li Frankfûrt û Londrayê êrişên li ser Şengalê hate şermezarkirin -HATE NÛKIRIN

Li bajarê Frankfûrt û Londrayê bi armanca piştevaniya bi jinên Efgan re çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de êrişên qirker yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî hat şermezarkirin.

Meclîsên jinên Kurd ên li bajarê Frankfûrt a Elmanya û hewîrdora bajêr bi mebesta şermezarkirina êrişên qirker ên dewleta Tirk yên li ser Şengalê û ji bo piştevaniya bi jinên Efgan çalakiyek lidarxistin.

Koma Woman Defend Rojava û jinên Efgan jî bi alên xwe tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de jineke Efganî axivî û rewşa giştî ya li Efganîstanê vegot û anî ziman ku Ewropa û DYE di nava 20 salan de Efganîstan radestî Talîban kir û ev hemû li ber çavê hemû cîhanê pêk hat. Jina Efgan bi taybetî bal kişande ser rewşa jin û zarokan.

Di axaftina ku li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê de hat destnişankirin ku li Şengal û Efganîstanê heman hişmendiya faşîst, dînperest û dijminê jinê heye û faşîzma AKP-MHP mafê jiyanê ji bo yên ji wan nebin re nas nake.

Axaftvana Kurd got ku dewleta Tirk bi awayekî hovane Kurdistanê bombe dike û gelê Kurd qetil dike.

LONDRA

Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye ji bo piştgiriya jinên Efgan çalakiyek hate kirin. Jinên Kurd jî tevlî çalakiyê bûn û li hemberî feraseta mêrserwer û barbar banga ji bo têkoşîna hevpar bang kirin.

Rêxistinên jinên enternasyonalîst û Rojhilata Navîn li Qada Trafalgarê ji bo piştgiriya jinan çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê de çalakgeran bal kişandin ser êrişên feraseta barbar û faşîst û xwestin li hemberî vê ferasetê bila xweparastin were geşkirin û banga têkoşîna hevpar hate kirin.

Çalakgerên Kurd alayên YPJ û YPG’ê vekirin û bal kişandin ser çeteyên barbar ên li Şengal û Efganistanê.