Li Frankfûrt û Heîlbornnê Sêwas hate bibîranîn

Li bajarê Frankfurt û Heîlbornn ên Elmanyayê yên di Qetlîama Sêwasê de hatibûn qetilkirin bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê 33 canên ku di Qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku şewata li Sêwasê destpê kir, li Gazî û Rojava dewam dike. Di çalakiyê de Ozan Emekçî û li ser navê MARDEF’ê jî Azîz Tunç peyamek dan. Çalakî bi deyîşên Ozan Firat ve bi dawî bû.

HEÎLBORNN

Yên di Qetlîama Sêwasê de hatibûn qetilkirin li bajarê Heîlbornn a Elmanyayê jî bi çalakiyekê hatin bibîranîn. Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate kirin. Li vir siyasetmedarê Kurd Îmam Canpolat axivî. Canpolat diyar kir ku dewleta Tirk li ser Elewî û Kurdan qetlîam kiriye û got: “Îro heman hişmendî hê hovtir li her derê êrîş dike.”