Li Fînlandiyayê li dijî nijadperestiya Tirkiyeyê çalakiyek hate kirin
Kurdên li Helsînkiyê tevî rêxistinên çepgir, antîfaşîst, anarşît û demokrat li dijî nijadperestiya Tirkiyeyê çalakiyek kirin.
Kurdên li Helsînkiyê tevî rêxistinên çepgir, antîfaşîst, anarşît û demokrat li dijî nijadperestiya Tirkiyeyê çalakiyek kirin.
Kurdên li Helsînkiya ku paytexta Fînlandiyayê ye tevî rêxistinên çepgir, antîfaşîst, anarşît û demokrat li dijî nijadperestiya Tirkiyeyê çalakiyek kirin. Çalakiya meşê li navenda bajêr li Qada Kamppiyê dest pê kir û heta Dêra Mezin domiya.
Çalakî bi beşdariya rêxistinên cuda cuda û berdevkên wan hat pêkanîn. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku bi destê desthilatdariya AKP û MHP’ê li dijî Kurdan êriş tê kirin.
Di çalakiyê de parlementera Koalîsyona Çepgir Fînî Veronîka Honkasalo, Berdevkê Yekîtiya Xortên Çepgir Lîban Sheîkh, Berdevê Rêxistina Rasmûs Olga Zamûravîc axivîn û nijadperestiya li Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan şermezar kirin.
Di çalakiyê de banga boykotkirina bazirganî û tûrîzma Tirkiyeyê hate kirin. Çalakî bi sloganên li dijî faşîzm û nijadperestiyê bi dawî bû.