Li Fînlandiyayê krîza ji ber kampa El Holê

Zarok û jinên DAÎŞ’ê yên li kampa El Hol a Sûriyeyê di destê QSD’ê de ne, di nav hikumeta Fînlandiyayê de bû sedema krîzê.

Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Fînlandiyayê Yle diyar kiribû ku Wezareta Karê Derve ya Fînlandiyayê ji bo ku jin û zarokên DAÎŞ’ê bi dizî bînin Fînlandiyeyê planek çêkiriye. Ji ber vê nûçeyê li Fînlandiyayê nîqaşên mezin tê kirin.

Yle belge di 21’ê Mijdarê de bi dest xistiye û di belgeyê de tê diyarkirin ku zarok û jinên DAÎŞ’ê yên li Kampa El Holê wê li Hewlêrê bi balefireke taybet bînin Fînlandiyayê.

Wezîrê Karê Derve Pekka Haavîsto dixwaze ku jin û zarokan bînin Fînlandiyayê lê Wezîrê Fînansê Katrî Kûlmînî diyar dike ku ji ber krîza ewlehiyê divê jinan neynin.

4 PARTIYÊN MÛXALEFETÊ PIRSNAMEYEKE HEVPAR DAN

Demokratên Xirîstiyan, Niha Tevger, Partiya Civaka Neteweyî jî fikreke hevpar belav kirin û xwestin ev mesele bila li parlementoyê were nîqaşkirin.

Serokê Partiya Fînlandiyayên Rastîn Jûssî Halla Aho diyar kir ku anîna jin û zarokên li Kampa El Holê ne di bi berpirsiyariya Fînlandiyayê de ye. Halla Aho got ku, “Heke ev zarok û jin werin vê derê, ew ê xebatên xwe yên terorê bidomînin.”

Serokwezîr Sanna Marîn jî çend roj berê diyar kiribû ku ji bo anîna hemwelatiyên Fînlandiyeyê yên li Kampa El Holê tu biryareke hikumetê tune.

RÊVEBERIYA ROJAVA LI DIJÎ VÎ FIKRÊ YE KU ZAROK JI DIYA XWE WERIN VEQETANDIN

Li Kampa El Holê 11 jin û 30 zarokên hemwelatiyên Fînlandiyayê hene.

Hevserokê Konseya Karê Derve ya Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omer jî hefteya borî daxuyaniyek dabû Yleyê û diyar kiribû ku ew ê destûrê nedin vî tiştî ku zarok ji dêya xwe werin veqetandin.