Li Festîvala Gel a Viyanayê standa ‘Abdullah Ocalan’ vekirin
Di Festîvala Gel a li paytexta Avûstûrya Viyanayê hate lidarxistin de, tevgera ciwanên Kurd TCŞ û TKNO-JIN, li qadê standa ‘Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’ vekirin.
Di Festîvala Gel a li paytexta Avûstûrya Viyanayê hate lidarxistin de, tevgera ciwanên Kurd TCŞ û TKNO-JIN, li qadê standa ‘Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’ vekirin.
Li standa hate vedan de, li gel pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêne, gelek rozet û bruşor hatin pîşandan.
Ciwanan eleqeyek zêde nîşanî standê da. Gelek kes li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, agahî girtin, ciwanan tim buroşoyrên li ser Ocalan belav kirin.
Her wiha di standa heta dawiya festîvalê vekirî ma de, ciwanan gelek berhem û kelûpelên çandî jî nîşan dan û stranên Kurdî pêkirin.