Li Ewropayê tecrîd û êrişên dagirker hatin protestokirin

Li bajarên Fransa, Elmanya û Danîmarkayê bi wesîleya salvegera yekemîn a pêngava dem dema azadiyê ye, li hemberî tecrîd, êriş û dagirkeriyê banga yekîtiya neteweyî hate kirin.

Beşa Ewropayê ya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bi banga KCDK-E û TJK-E’yê di 12’ê Îlona 2020’an de hatibû destpêkirin.

STRASBOÛRG

Di salvegera yekemîn a pêngava Dem Dema Azadiyê de bi şîara ‘Jinên Kurd û gerîlayên li ber xwe didin, rûmeta me ne’ li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê mîtîngek hate kirin.

Gelê Kurd li pêşiya Gara Strasboûrgê hatin ba hev û bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Erdoganê faşîst, Erdoganê qatil’ diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îradeya wan e.

Di mîtîngê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk polîtîkaya qirkirinê didomîne û hate diyarkirin dagirkerî bi tecrîda li ser Ocalan re didome.

BERLÎN

Bi banga TJK-E’Yê gelê Kurd û dostên wan li Breîtschîdplatzê ya Berlînê kom bûn û ber bi Olîvenplatzê meşiyan. Çalakgerên Meclîsa Jinan a Dest-Danê, Women Defend Rojava, Gemeinsam Kampfen, Nav-Berlîn, Komeleya Camiyê ya Neûkoln jî di nav de gelek kes beşdarî meşê bûn.

Di çalakiyê de TJK-E’yê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser Kurdan polîtîkaya qirkirinê tê kirin û hate gotin “CPT di serî dem bang li saziyên navneteweyî dikin ku bila vê dewleta faşîst bidin sekinandin. Divê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk were. Divê êrişên dagirker û qirker ên li dijî Kurdistanê were sekinandin û statuya Kurdistanê were naskirin.”

Çalakî bi sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Li Frankfûrtê jî ji bo ku balê bikşînin ser îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kirinên derhiqûqî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Hessenê meşek hate kirin. Meş saet di 15.00’an de li pêşiya îstasyona trênê ya navendî ya Frankfûrtê dest pê kir. Gelek Kurdên ji bajarên derdorê jî tevlî meşê bûn. Di çalakiyê de hate diyarkirin heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe wê doza Kurdan jî çareser nebe. Çalakî saet di 16.30’an de bi sloganan bi dawî bû.

HELSÎNKÎ

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye ji aliyê Înisîyatîfa Tevgera Jinên Kurd mîtîngek hate organîzekirin. Di mîtîngê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiyê de bang hate kirin ku divê li hemberî tecrîd û dagirkeriyê gelê Kurd bêdeng nemîne.

KOPENHAG

Li bajarê Kopenhagê yê Danîmarkayê jî di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sêvê çalakiyeke bi kon hate kirin.