Li Ewropayê kampanyaya îmzeyan berdewam dike

Ji bo navê PKK ji lîsteya “rêxistinên terorîst” bê derxistin di qada navneteweyî de kampanyaya îmzeyan hate despêkirin. Li welatên Ewropa jî kampanya bi hemû leza xwe berdewam dike.

Ji bo navê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji lîsteya “rêxistinên terorîst” bê derxistin di qada navneteweyî de kampanyaya îmzeyan hate despêkirin. Li welatên Ewropa jî kampanya bi hemû leza xwe berdewam dike. Li Frankfûrt û Dusseldorfa Elmanya jî standên îmzeyan hate danîn.

FRANKFÛRT

Kampanyaya îmzeyan ya li Frankfûrtê bi eleqeyek mezin di heftiya duyemîn de berdewam dike. Di standa îmzeyan ya divê heftiyê de Kurdên Başûr, Rojava û endamên Dîe Lînke piştgiriya kampanyayê kirin û tevlî kampanyayê bûn.

​DUSSELDORF

Bi pêşengiya Shadowplatz YJK-E li bajarê Dusseldorfê standa îmzeyan hate danîn.

Di çarçoveya xebatên kampanyayê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku qedexekirina PKK’ê, hevkariya komkujiyên li dijî Kurdan e.

Li Dusseldorfê jî kampanya rastî eleqeyek mezin hat. Çalakiya îro bi bi muzîk û govendê dawî bû.