Li Ewropayê çalakiyên ciwanan

Ciwanên Kurd li Ewropayê daketin qadan û bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Li bajarên Marsîlya û Parîsê yên Fransayê û li bajarên Bîelefeld û Dortmûndê yên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ciwanan di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de standa agahdarkirinê danîn.

Aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN ji bo danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişandina ser tecrîda giran û sîstematîk standa agahdarkirinê danîn.

Têkildarî paradîgmaya Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê gelek broşur hatin belavkirin.

DRANCY

Li paytexta Fransa Parîsê jî ciwanan li banliyoya Drancyê di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de meşek lidar xistin.

Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Libere Ocalan", "Bijî berxwedana gerîla" û "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn. Piştî meşê li ber şaredariya Drancy mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtîngê de ciwanan bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li ciwanên Kurd kirin ku dakevin qadan.

BÎELEFELD

Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê JXK'ê dosya li çapemeniyê belav kir.

Jin ên ciwan ên JXK'ê têkildarî êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê dosya dan gelek saziyên çapemeniyê.

Di hevdîtinê de talankirina xwezaya Kurdistanê bi destê dewleta Tirk hate bibîrxistin.

DORTMÛND

Ciwanan li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê jî di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de li nava trenan çalakî li dar xistin.

Ciwanên ji TCŞ'ê li hundirê trenan belavok xwendin û bi bîr xistin ku dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê gaz û bombeyên kîmyewî bi kar tîne.

Di çalakiyê de her wiha afîş hatin belavkirin.