Li Evryê meşa 'Azadî ji Ocalan re'

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Evry a Parîsê bi daxwaza azadiya fîzikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanan ên Ewropayê li banliyoya Evry a Parîsê bi daxwaza azadiya fîzikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Meş li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dest pê kir. Di meşê de pankartên “Ji bo Abdullah Ocalan Azadî“ û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meşa bi şîara “ciwan fedaiyên Rêberê Apo ne“ heta gara Evryê berdewam kir. Li vir li ser navê Tevgera Ciwanan ên Ewropayê daxuyanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tecrîda girankirî ya hikûmeta şerê taybet a AKP-MHP’ê li ser gelan daye destpêkirin bi tu awayî qebûl nakin û gotin: “Heta azadiya fîzikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê ew ê timî li qadan bi û her cihê veguherînin qada têkoşîn û berxwedanê.“

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ dawî bû.