Li Evryê meşa ‘Azadî ji bo Ocalan’

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Evry a Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di 26’ê Tîrmehê de li banliyoya Evry a Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Di meşê de hate xwestin bila tecrîd were rakirin.

Di çalakiyê de pankarta ‘Em hemû şervanên azadiyê ne, werin cenga azadiyê’ hate hilgirtin û sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Bimire rejîma Tirk a faşîst’ hatin berzkirin.

Piştî meşê li ser navê TCŞ’ê ev daxuyanî hate kirin ‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em bang li ciwanên Kurdistanê û gelê xwe yê welatparêz dikin ku bila her roj dakevin qadan. Stratejiya ku dixwazin Rêbertî bidin jibîrkirin tê wateya ku Kurdên azad bê ruh û bêyî fikir bihêlin. Em jiyana bêyî Rêber Ocalan qebûl nakin. Heta ku em agahiyan ji Rêber Apo bistînin, em ê berxwedana xwe bênavber bidomînin.”

Di meşê de hate diyarkirin wê bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê di 30 û 31’ê Tîrmehê de meşeke dirêj a ji bo du rojan were kirin.