Li Evry ji bo xizmên şehîdan ên wefat kirin taziye hate danîn

Dayik û bavê fermandarê şehîdbûyî Brûsk Amed û Nîhat Ezer ên li Amedê jiyana xwe ji dest dan, li Evry taziye hate danîn, çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Mîzbah Ezer (Brûsk Dersim Amed) yek ji 31 gerîlayan bû ku sala 2011'an li Geliyê Kazanê bi çekên kîmyewî hatibû qetilkirin. Nîhat Ezer jî 28'ê Mijdara 2002'an li Amedê li pêşiya Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Polîsan ji aliyê kesên nediyar ve li pêşiya mala xwe hatibû qetilkirin. Dayik û bavê Ezer Fatma Ezer û Azîz Ezer ku beriya demeke kurt ji ber nexweşiyê li pey hev jiyana xwe ji dest dan li paytexta Fransa Parîsê li banliyoya Evry hatin bîranîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan bi navê Meclîsa Gel a Evry Adil Erkek axivî û diyar kir ku ew malbata Ezer bi rêzdarî bi bîr tînin ku ji bo azadiya gelê xwe hebûna xwe feda kirin. Adîl Erkek ragihand ku ew êşa malbata Ezer ji kûrahî ve hîs dikin û got, "Dayika Fatma û bavê Azîz ku li Amedê cihê hurmet û rêzdariyê bûn, em soz didin wan ku armancên wan pêk bînin. Di şexsê malbata Ezer de sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin."

Şêniyên herêmê di merasîmê de sersaxî ji kurê Nîhat Ezer Vedat Ezer re xwestin.